Endamê Parlimana Libnanê: Em bi lihevkirina herî nebaş re rûbirû ne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i358968-endamê_parlimana_libnanê_em_bi_lihevkirina_herî_nebaş_re_rûbirû_ne
Endamê firaksiyona Emekdariya li Berxwedanê li Parlimana Libnanê, ji bilî rexneya giran a ji lihevkirina hikûmeta vî welatî bi Rejîma Siyonîst re got: Em bi lihevkirina herî xirab a di diroka welatan re rûbirû ne û ti hêzeke welatekî din li cîhanê heta nika lihevkirinek di vê astê de bi rejîma dagirker re tinebûye.
(last modified 2026-07-15T13:57:20+00:00 )
Tîrmeh 15, 2026 13:23 Asia/Tehran
  • Endamê Parlimana Libnanê: Em bi lihevkirina herî nebaş re rûbirû ne

Endamê firaksiyona Emekdariya li Berxwedanê li Parlimana Libnanê, ji bilî rexneya giran a ji lihevkirina hikûmeta vî welatî bi Rejîma Siyonîst re got: Em bi lihevkirina herî xirab a di diroka welatan re rûbirû ne û ti hêzeke welatekî din li cîhanê heta nika lihevkirinek di vê astê de bi rejîma dagirker re tinebûye.

Hesen Fezlullah got: Rayedarên Libnanê ne xelkê dilniya dikin û ne jî li dû piştgîrî û azadkirina erdan û berevaniya ji desthilatdariya Libnanê ne.  Ev ketine rêya lihevkirinekê ku di çarçoveya wê de dev ji niştîman, gel, desthilatdarî û mafê wê yê rewa berdane. Wî rayedarên Libnanê bi lawazkirina welêt û istandina emrazên hêza wê tawanbar kirin û wan cihînerên pilanên biyaniyan da zanîn.

Vî parlimanterêp Meclisa Libnanê got: Em bi aqilmendî, wêrektî û amadetiya berdewam ji bo sekinîna li hember hemû xeteran, bi vê qonaxê re rûbirû ne. Wî herwiha got: Em li rêbertiya Komara Îslamiya Îranê û xelkê Îranê re piştrast in û baweriya me ya tam heye ku em bi hev re rêçareya baş peyda bikin, rêçareya ku di paşvekişiyana dijmin ji welatê me, sekinandina hemû cûreyên dagirkeriyê, vegera gelê me, azadiya dîlan û ji nû ve avedankirinê de weşartî ye. Evane ew nirx in ku em li gorî wan tev digerin û bi xwestina Xwedê em ê wan bi dest bixin.