Çile 13, 2024 10:46 Asia/Tehran
  • Erdogan: Di êrişa ser Yemenê de, Amerîka û Îngilîs hema karê Rejîma Siyonîst li Filistînê dikin

Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdoganwek berteka li himber êrişên hewayî û deryayî yên Amerîka û Brîtanyayê ser Yemenê got: Di êrişa li ser Yemenê de, Amerîka û Îngîlîz hema karê Rejîma Siyonîst li Filistînê dikin.

 

Erdogan êrişên Amerîka û Inglîzê ser Yemenê wek bikaranîna hêzê ya bê hevsengî bi nav kir û got: Amerîka û Inglîz li Yemenê jî heman tiştî dikin ku Îsraîl li Filistînê dike.

 Wî bal kişand  ser vê yekê ku  Amerîka û Inglîz  dixwezin deryaya sor tijî xwîn bikin û got :Yemeniyan ragihandin ku ew ê bi hemû hêza xwe bi biryarî bersiva êrîşan bidin û tekez kirin ku ew dê di mesela rawestana li ber  Amerîka û Îngilisê de  sistiyê nekin.

Erdogan destnîşan kir ku agahiyên bi dest ketine nîşan didin ku berxwedan û berteka yemeniyan li hemberî êrîşên Amerîka û Îngilisê gelek serkeftî bûye.

 

Serepeyv