Dijberiya Tirkiyê li hember berdewamiya mayîn hêzên Amerîkî li Încîrlîkê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i345240-dijberiya_tirkiyê_li_hember_berdewamiya_mayîn_hêzên_amerîkî_li_Încîrlîkê
Serokê Partiya Weten a Tirkiyê daxwaza derketina leşkerên Amerîkayê ji baregeha hewayî ya Încîrlîkê kir.
(last modified 2023-12-09T03:52:29+00:00 )
Kanûn 09, 2023 07:07 Asia/Tehran
  • Dijberiya Tirkiyê li hember berdewamiya mayîn hêzên Amerîkî li Încîrlîkê

Serokê Partiya Weten a Tirkiyê daxwaza derketina leşkerên Amerîkayê ji baregeha hewayî ya Încîrlîkê kir.

 

 Dogu Perinçek, Serokê Partiya Wetan a Tirkiyê ragihand ku derxistina hêzên asmanî yên Amerîkayê ji baregeha esmanî ya Încîrlîkê karekî pêwîst e û got, Derketina hêzên Amerîkayê ji baregeha esmanî ya Încîrlîkê li başûrê Tirkiyê bûye pêwîstiyeke dîrokî û Partiya Wetan daxwaza radestkirina vê baregehê û kontrolkirina wê ji aliyê hêzên esmanî  ya neteweyî kiriye. 

Princek got, em daxwaz dikin ku yekîneya Amerîkî bi tam  ji vê baregehê derkeve.

Divê  ew çenteyên xwe girêdin û vegerin welatê xwe û artêşa Tirkiyê li Încîrlîkê bi cih bibe.

Perinçek bal kişande ser dijberiya vê partiyê li hember mayîna  leşkerên Amerîkayê ji dehekên 1960`an vir ve û bal kişand ser wê yekê ku firokeyên amerîkî ji baregeha Încîrlîkê çekan ji Rejîma Siyonîst re dişînin.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê şandina çekan ji aliyê Amerîkiyan ve bo Îsraîlê bi rêya baregeha Încîrlîkê piştrast kir.

Partiya desthilatdar a Tirkiyê ji ber hevkariyên xwe yên bazirganî û aborî bi Rêjîma Siyonîst re  û hevdem rexnekirina ji siyonîstan ji ber  bi kuştina filistîniyan  tawanbarî siyasetên newekhev bûye.