Îlon 30, 2023 18:28 Asia/Tehran
  • Li Parlamentoya Tirkiyeyê kartvîzîtên bi zimanê Tirkî bê pere lê yên bi Kurdî bi pere ne

Çapxaneya Parlamentoya Tirkiyeyê ji bo çapkirina kartvîzîtên parlamentera YSPyê yên bi Kurdî bi hinceta ku zimanekî biyanî ye daxwaza pere kir.

Heman kartvîzît bi zimanê Tirkî bê pere ji bo parlamenteran tên çapkirin.

Parlamentera Partiya Çepên Kesk (YSP) ya Dêrsimê Ayten Kordu li ser mijarê ji Rûdawê re axivî û got:

“Ew bi vê helwestê bixwe di nav nakokiyê de ne.

Di demekê de ku Kurdî di girtenameyan de wek zimanê nayê zanîn derbas dibe.

Parlamentera Partiya Çepên Kesk (YSP) ya Dêrsimê Ayten Kordu 12ê Tîrmeha bi rêya online ji çapxaneya Parlamentoya Tirkiyeyê daxwaza hejmarek kartvîzîtên ku nav û paşnavê wê li ser hatibûn nivîsîn kir.

Çapxaneyê diyar kir ku zimanê Kurdî zimanekî biyanî ye û ji bo çapkirina 300 kartvîzîtên bi zimanê Kurdî daxwaza 255 lîreyên Tirkî kir.

 

Serepeyv