Baranê Stenbol bire bin avê
Îlon 29, 2023 08:01 Asia/Tehran
Li Stenbolê ji ber barana guj û zêde ku tenê 30 xulekan berdewam bû , avê dikan û mal û her der rakir û kûçe û kolan hatin gitin.
Duh ji ber barana guj û zêde kolanên Stenbolê hatin girtin û bêserûberî çêbû.
Piştî rewşa aloz û bê serûberiyê, hinek kes gazinan ji awayê kontrolkirina qeyranê li vî bajarî kirin û rêveberiya lawaza di rewşên wiha de rexne kirin.
Derbarê ziyanên muhtemel ên vê bobelata xwezayî de tiştek nehatiye ragihandin.
Dayireya keş û hewayê ya Tirkiyê pêşbînî kir ku roja Înê li Stenbol, Enqere û hejmarek bajarên din ên vî welatî baran bibare û birûsk lêde.