Berfirehbûna nerizamendiyên li Firansayê û girtina 2 hezar kesî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i360606-berfirehbûna_nerizamendiyên_li_firansayê_û_girtina_2_hezar_kesî
Li dû berfirehbûna xwenîşandanên di dibistanên Firansayê de du hezar kes hatin girtin û dewleta Mekron civîneke awarte pêk anî.
(last modified 2026-10-03T10:45:06+00:00 )
Çirî 03, 2026 14:14 Asia/Tehran
  • Berfirehbûna nerizamendiyên li Firansayê û girtina 2 hezar kesî

Li dû berfirehbûna xwenîşandanên di dibistanên Firansayê de du hezar kes hatin girtin û dewleta Mekron civîneke awarte pêk anî.

Hêzên firansî duh 1649 nerazî li vî welatî girtin. Wezareta karên hundur a Firansayê ragihandiye ku para zêde ya van kesane tawanbar in ku dijî hêzên Polîs şidet bi kar anîne. Herwiha hatiye îdiakirin ku di van xwenîşandanan de derbe li 305 kes ji hêzên Polîs û candirme ketiye, 400 xwendîngeh ji ber van xwenîşandanan girêdayî bûne û xizmetên perwerdehiyê tenê anlayn raber dibin. Herwiha hatiye pêgîrîkirin ku derbe li 170 xwendekaran ketiye. Duh serokwezîrê Firansayê daxwaza lidarxistina civîna awarte ji bo hilkolandina vê qeyranê kiribû.

Nerazîtî û kombûnên xwendekaran li Firansayê ji hefteya buhurî ve bona nîşandana nerizamendiya li hember kêmbûna çavkaniyên ji bo perwerdehiyê û kêmbûna mamosteyan destpê bûye û berdewam e jî.