Îlon 22, 2023 08:24 Asia/Tehran
  • ِDîwana Çavdêriya Qanûnan li Tirkiyê: Xerca Koşka Erdogan rojê 15 milyon lîre

ِDîwana Çavdêriya Qanûnan li Tirkiyê xerca koşka Erdogan di sala 2022an rojê 15 hezar lîre ragihand.

 

Li gor rapora sala 2022 an a ِDîwana Çavdêriya Qanûnan li Tirkiyê, xerca  rojekê ya koşka Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan 15 milyon lîre ye.ِDîwana Çavdêriya qanûnan li Tirkiyê rapora hesabên  sala 2022an ragihand.

Li gor daneyên ku di vê raporê de hatin weşandin, sercem xerca koşka serokomariyê ya di sala 2021an de 3 milyar û 710 milyon û 801 hezar lîre hatiye texmînkirin, di sala 2022an  milyarek û 652 milyon û 632 hezar lîre zêde bûye û rabûye  5 milyar û 363 milyon û 433 hezar lîreyê.

Li gorî rapora Ewrenselê, xerca rojane ya koşa serokomariyê ku di sala 2021an da 10 milyon lire bû, di sala 2022an de  5 milyonî zêde bû  û rabû  5 milyon lireyî.Xerca her mehê ya  koşka Erdogan di sala 2022an de  450 milyon lîre bûye, ku  bi qasî miaşa 40 hezar karkeran e.

 

Serepeyv