Şêwirmendên Serokkomarê Tirkiyê hemiyan bi hev ra istîfa kir
Panzdeh şêwirmendên Serokkomarê Tirkiyê bi daxwaza Erdogan istîfa kirin.
Receb Teyyîb Erdogan Serokko0marê Tirkiyê di venihêrîna koma şêwirmendên xwe da ji gellek ji wan xwest kun ji posta xwe istîfa bikin.
Şêwirmendekî istîfakirî ku di vê raporê da navê wî nehatiye girtin, got: Serokkomarê Tirkiyê daxwaza guherînê kir û şêwirmendên payebilind ên mezintir ji 65 salî itîfa kirin.
Hinek ji şêwirmendên bin 65 salî jî ji posta xwe istîfa kirine. Şêwirmendên qedîmî yên Erdogan wekî Aysenor Bahçekapîlî, Sefer Tûran, Îlnûr Çevîk, Fahrî Kasîrga û Sokrû Karatepe ji posta xwe wêda çûne.
Çevîk ji sala 2012an va derbarê karûbarên navçeyê û Herêma Kurdistana Iraqê û Tûran jî ji sala 2011an va şêwirmendên Erdogan di meseleyên Rojhilata Navîn û Kendava Farsê bû.