Artêşa Tirkiyê ji du gundên Efrînê paşda vekişiya
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i359192-artêşa_tirkiyê_ji_du_gundên_efrînê_paşda_vekişiya
Artêşa Tirkiyê piştî 8 salan ji gundên Basil û Çiyê yên li Efrînê paşda vekişiya. Lêbelê awareyên ku vegeriyane basa kavilbûna berfireh a malan, kêmbûna av û elekterîkê û hewcetiya lezgîn a li ji nû ve avakirina van gundan dikin.
(last modified 2026-07-25T08:26:12+00:00 )
Tîrmeh 25, 2026 09:55 Asia/Tehran
  • Artêşa Tirkiyê ji du gundên Efrînê paşda vekişiya

Artêşa Tirkiyê piştî 8 salan ji gundên Basil û Çiyê yên li Efrînê paşda vekişiya. Lêbelê awareyên ku vegeriyane basa kavilbûna berfireh a malan, kêmbûna av û elekterîkê û hewcetiya lezgîn a li ji nû ve avakirina van gundan dikin.

Ev du guhnd ji sala 2018`an ve wekî binkeya leşkerî ya hêzên Tikriyê dihatin bikaranîn û di vê midehê de niştecihên wan nedikarîn vegerin wan gundan. Hêzên Tikriyê hîna di sê gunbdên din de mane.

Awareyên ku vegeriyane amajeyî rewşa nalebar a guhd piştî bi salan dagîrkeriyê dikin û dibêjin gelek mal hatine talankirin yan kavil bûne û gelek xisar li binesazî û heyîtiyên xelkê ketine.

Nika di Basilê de av û elekterîk tine û ev yeka jiyana xelkê xistiye dijwariyên mezin. Heta nika nêzî 11 hezar malbatên efrînî ku çûbûn hin navçeyên li Cizîr û Kobaniyê vegeriyane gund û bajarên xwe yên li Efrînê.