Girtina penaberan li Tirkiyê berdewam e
Tebax 18, 2023 17:00 Asia/Tehran
Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê di dewama siyaseta girtina penaberan li vî welatî 35 penaberên din li parêzgeha Edîrneyê desteser kirin.
Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê li parêzgeha Edîrneyê 35 penaberên ku dixwestin neqanûnî ji sînorên vî welatî derkevin, girtin.
Li gorî vê raporê, kesên hanê welatiyên Iraq, Pakistan, Lîbya û Meqribê ne.
Hikûmeta Tirkiyê beriya erdheja vê dawiyê li 10 parêzgehên vî welatî rastî qeyrana aborî hat ku piştî vê erdhejê qeyrana aborî li vî welatî gurrtir bû û gelek çavdêr derxistina penaberan ji Tirkiyê girêdayî vê meselê dizanin.