Tebax 09, 2023 15:46 Asia/Tehran
  • Derdora 1400 kes bi tawana qaçaxkirina penaxwazan li Tirkiyê hatin desteserkirin

Hêzên Polîsê Tirkiyê di du mehên dawî da derdora 1400 kes b tawana qaçaxkirina penaxwazab desteser kirine.

Elî Yêrlî Kaya Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê got: Di du mehên dawî da du hezar û 548 operasyon li dijî torên qaçaxa mirovan li vî welatî bi cih hatin ku 35 hezar û 867 koçberên neqanûnî jî hatine desteserkirin û 17 hezar û 258 kes ji wan jî ji Tirkiyê hatine dersînorkirin.

Elî Yêrlî Kaya got: 372 kes ji qaçaxçiyan sewqî zîndanê hatine kirin. Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyê tekez kir: Têkoşîna dijî koçberiyên neqanûnî û torên qaçaxê bêrawestan didome.

 

 

Serepeyv