Tîrmeh 09, 2023 15:25 Asia/Tehran
  •  Careke din Dayîkên Şemîyê li Stenbolê hatin desteserkirin

Hejmareke Dayîkên Şemîyê ku beşdarî kombûna xwe ya hefteyî li Meydana Galataserayê bûbûn ji aliyê polîs va hatin desteserkirin.

Hêzên Polîsê Stenbolê tevî rêgirtina li ber kombûna Dayîkên Şemîyê li Meydana Galataserayê hejmareke wan desteser kirin.

Dayîkên Şemîyê roja bihurî di hefteya 954an a nerazîtiyên xwe careke din bi kombûna li Meydana Galataserayê daxwaza haydarbûna ji çarenûsa delalên xwe yên wendabûyî û girtin û mehkemekirina sebebkarên kuştina wan kirin.

Tevî Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) a Tirkiyê biryarek derbarê qanûnîbûna Dayîkên Şemîyê daye, ev kombûn dîsan jî ji aliyê polîs va hat dorpêçkirin û gelek endamên civata Dayîkên Şemîyê hatin desteserkirin.

 

Serepeyv