Hezîran 04, 2023 16:49 Asia/Tehran
  • Nûnerên Opozîsyona Tirkiyê dema rêzgirtina Erdogan li civata gelemperî ya Meclîsa Tirkiyê, itiraz kirin

Nûnerên Opozîsyonê itiraza xwe bi ranebûna er piyan di dema rêzgirtina Erdogan li civata gelemperî ya Meclîsa Tirkiyê diyar kirin.

Nûnerên dijberê hikûmeta Erdogan bi ranebûna ser piyan di dema rêzgirtina Receb Teyyîb Erdogan li civata gelemperî ya Meclîsê itiraza xwe diyar kirin.

Di vê rêûrismê da di rewşekê da ku Receb Teyyîb Erdogan di cîgeha taybet a parlimanê da rûniştibû û rêz li civata gelemperî digirit, nûnerên Hevpeymaniya Cimhûrê rabûn ser piyan û ew teşwîq kirin. Di vê kêliyê da nûnerên sereke yên Opozîsyona Partiy Komarxwaz a Gel (CHP), Partiya Baş (IYI) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) itiraza xwe bi ranebûna ser piyan diyar kirin.

Kemal Kilîçdaroglû serokê CHP'yê û Elî Babacan rêberê DEVA'yê jî ji cîgeha taybet temaşeyî civata gelemperî dikirin, ji ber ku ew wek nûner nehatine hilbijartin (berbijarên serokkomartî û namzedên Alîkarê Serokkomar nikarin wek nûner bibin berbijar).

Meral Akşener Rêbera Partiya Baş, Temel Keremullaoglû Rêberê Partiya Seadet'ê, Ehmed Dawûdoglû Rêberê Partiya Pêşerojê û gultekî Oysal Rêberê Partiya Demokrat beşdarî vê rêûrismê nebûbûn.

 

Serepeyv