May 30, 2023 18:41 Asia/Tehran
  • Encamên dawî û fermî yên Hilbijartinên Parlimanî yên Tirkiyê hatin ragihandin

Encamên dawî û fermî yên dora 28an a Hilbijartinên Parlimanî yên Tirkiyê hatin ragihandin.

Li gorî rapora IRNA'yê, Ehmed Yener Serokê Konseya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê qala belavkirina encamên Hilbijartinên Parlimanî yên Tirkiyê li rojnameya fermî ya vî welatî kir û got ku ev encam piştî vekolandina itiraz û giliyan hatine ragihandin û tekûz in.

Li gorî van encaman Hevpeymaniya Cimhûrê (piştgirên Erdogan) sedî 49.31ê dengan û 323 kursî û Hevpeymaniya Milletê (piştgirên Kilîçdaroglû) jî sedî 35.19ê dentgan û 212 kursiyên meclîsa Tirkiyê bi dest xistine.

 

Serepeyv