May 22, 2023 17:26 Asia/Tehran
  • Li Enqereyê 19 endam û berpirsên HDPê hatin desteserkirin

Di operasyoneke hevdem a hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê de ku navenda wê bajarê Enqereyê bû û li pênc parêzgehan hat kirin, 19 endam û berpirsên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatin desteserkirin.

Operasyon serê sibeha îro Duşemê 22ê Gulana 2023an li ser fermana Dozgerê Giştî yê Enqereyê hat kirin ku di çarçoveya lêpirsînên derbarê şahiyên Newroza îsal de bi tohmeta propagandekirina PKK/KCKê biryara desteserkirina 19 kesan dabû.

Hêzên ewklekariyê yên Tirkiyê berê sibehê bi ser çendîn navnîşanan de girtin û 19 kes desteser kirin.

Di nav desteserkiriyan de ligel Endama Encûmena Navendî ya HDPê Bedriye Irmak, Nebahat Çalpal, Halil Guzel, Barış Guzel, Ahmet Guzel, Aykut Bozkuş, Cahit Gumuş, Mehmet Ustundag, Yasin Bahçivan, Samet Ayataç, Ramazan Aggoz û Kadir Aytaç hene.

Her 19 kesên desteserkirî ku endam û berpirsên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) in, li Rêveberiya Giştî ya Polîsên Enqereyê lêpirsîn ligel wan tê kirin.

 

Serepeyv