May 16, 2023 16:44 Asia/Tehran
  • Alîkarê  'Kemal Kilîçdaroglû' istîfa kir

Alîkarê Kemal Kilîçdaroglû berbijarê Hevpeymaniya Millet'ê di Hilbijartina Serokkomartiya Tirkiyê da istîfa kir.

Li gorî rapora Fars News'ê, Enversal Edîguzel Alîkarê Partiya Komarxwaz a Gela (CHP) bi serokatiya Kemal Kilîçdaroglû berbijarê serokkomartiya Tirkiyê piştî rexneyên hilêxistî piştî ragihandina encamên hilbijartinan ji cîgeha xwe istîfa kir.

Li gorî rapora malpera Al Arabi Al Jadid'ê, Guzel şeva çûyî nameya istîfaya xwe li hesaba xwe ya Twitterê weşand û wer xuya dike ev yekem dûhata serkenetina hevpeymaniya dijberan di hilbijartina parlimanî û Serokkomartiya Tirkiyê da be ku roja Yekşemiyê, 14ê Gulana 2023an hat lidarxistin.

Konseya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê ragihand, Lingorî encamên hejmartina dengan, Erdogan bi bidestxistina zêde ji 27 miliyon û 88 hezar dengî sedî 49.5ê dengan û Kemal Kilîçdaroglû jî bi bidestxistiona zêde ji 24 miliyon û 568 hezar dengî sedî 44.89ê dengan wergitine û derbasî dora duyem bûne.

 

Serepeyv