May 09, 2023 17:10 Asia/Tehran
  • Endamekî partiya neyarê Tirkiyê hat terorkirin

‘Tamer Temel’, endamekî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li parêzgeha Şirnexê ya Tirkiyê hate terorkirin.

Atmosfera hilbijartinan a Tirkiyê di van rojên dawiyê da pirr aloz bûye û di du rojên buhurî da, mîtînga Ekrem Îmamoglû, şaredarê Stenbolê, li bajarên Erzrûm û Qûniyê rastî êrişa bi dar û keviran ve hat. Heta nika 16 kes têkildarî vê êrişê hatine girtin.

‘Tamer Temel’, duh bi şev li ber deriyê mala xwe ya li bajarê Şirnexê dema ku dil hebû ji erebeya xwe peya bibe, kete ber gullereşandina kesên nenas û hate kuştin.

‘Tamer Temel’, apê Ferhad Temel, hevserokê vê partiyê li çiqa Beyt El Şebaba parêzgeha Şirnexê ye.

Duh şev navenda hilbijartinan a Partiya Komarxwaz li Izmîrê jî kete ber êrişê.

Midehekê beriya nika jî ber bi navendên hilbijartinê yên partiyê neyar ve 5 caran û ber bi avahiya partiya desthilatdar jî 2 caran gulle hatiye avêtin.

 

Serepeyv