Nîsan 26, 2023 17:23 Asia/Tehran
  • Saziyên navdewletî banga azadkirina wan kesan dikin ku duh li Tirkîyê hatin desteserkirin

18 saziyên navdewletî banga azadkirina zêdeyî 150 kesên siyasetmedar, rojnamevan, parêzer û hunermend dikin ku roja 25ê Nîsanê ji aliyê polîsên Tirkiyê ve hatibûn desteserkirin.

Roja 25ê Nîsanê navenda wê Amed li 21 parêzgehên Tirkiyê, polîsan bi ser gelek malan de girtin û zêdeyî 150 kesên siyasetmedar, rojnamevan, parêzer û hunermend desteser kirin. Piraniya wan saziyên medyayê 18 saziyên navdewletî bi daxuyaniyeke hevbeş bal kişandin ser pêvajoya hilbijartinê û banga berdana kesên desteserkirî kirin.

 

Di daxuyaniyê de wiha hatiye:

 

“Divê zextên li ser berpirsên rêxistinên mafên mirov ên Tirkiyê, azadiya raderbirînê, azadiya medyayê, rojnamevanên Kurd, xebatkarên medyayê, saziyên medyayê, parêzerên ku wan diparêzin û berpirsên partiyên siyasî yên Kurd û tacîzên sîstematîk û kiryarên çavtirsandinê bên rawestandin, hevdîtina ligel parêzeran bê dabînkirin, hemû tohmetên tên kirin bên eşkerekirin û kesên desteserkirî bên berdan. Bi vê helkeftê em berî hilbijartinên 14ê Gulana 2023an pêwîstiya medyayeke azad û piralî dubare dikin. Sedema bi ser de girtina mal û ofîsên 128 kesan bi awayekî eşkere ne diyar e.

 

Serepeyv