Nîsan 12, 2023 18:08 Asia/Tehran
  • Çavûşoglu: Vekirina balyozxana Ermenistanê ne destûrkara Enqerê da ye

Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê got: Nika vekirina balyozxana Ermenistanê li Tirkîyê ne destûrkara Enqerê da ye.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê ‘Mewlûd Çavûşoglu’ got: Nika vekirina balyozxana Ermenistanê li Tirkîyê ne destûrkara Enqerê da ye, lê Enqere û Êrîwan vê gavê kar dikin derîyên sînorî bên vekirin. Biryar e ku derîyên sînorî ji bo welatîyên welatên din û kesên pasporta dîplomatîk hene, bên vekirin.

Wî herwiha got: Ev yeka yê di soberojeke nêzîk da neqewime, ji ber ku destpêkê divê karên din bên kirin.

Çavûşoglu herwiha got: Balafirên geştên esmanî yên Ermenistanê dikarin ji esmanê Tirkîyê va derbasî welatên din bibin.

Rayedarên Ermenistanê jî çendekê berî vîya ragihandin ku amadekarîyê bo çalakkirina xala kontrolê ya Margara ya li sînorê digel Tirkîyê dikin.

Peywendîyên di navbera Tirkîye û Ermenistanê ji ber komkujîya ermenîyan bi destê osmanîyan a di Şerê Cîhanî yê Yekê di serdema osmanîyan da aloz bûne, Ermenistan dibêje qirrkirin, lê Tirkîye vê yekê ret dike.

 

Serepeyv