Adar 29, 2023 17:19 Asia/Tehran
  • Sedema venexwendina Tirkiyê bo Civîna Demokrasiyê hat eşkerekirin

Berdevkê Koşka Spî John Kirby ragihand ku Tirkiye û Hungarya ji ber krîterên demokrasiyê bo “Civîna Demokrasiyê” ya li Amerîkayê nehatine vexwendin.

Civîna duyê ya “Lûtkeya Demokrasiyê” di navbera 28-30ê Adara 2023an de yê li Amerîkayê were lidarxistin. Amerîkayê hevpeymanên xwe yên NATOyê Tirkiye û Hungarya  bo lûtkeya ku nêzîka 120 welat  yê tê da beşdar bibin, venexwendin.

John Kirby derbarê venexwendina Tirkiye û Hungaryayê de dibêje, ji ber îradeya bicîhanîna krîterên demokrasiyê nîşan nedane her du welat nehatine vexwendin.

Kirby got: “Biryara lîsteya welatên tên vexwendin li gor îradeya piştgiriya saziyên demokratîk ên welatan, mafên mirov, serdestiya hiqûqê û azadiya medyayê tê dayîn. Vexwendina welatan li gor van prensîban hat wergirtin. Hemû welatên ku sala 2023ê hatine vexwendin îradeya piştgiriya mijarên lûtkeyê nîşan dane.”