117 kes di encama erdheja îro ya li Xoy û Selmasê de birîndar bûne
Adar 24, 2023 18:10 Asia/Tehran
Rêveberê Giştî yê Rêveberiya Qeyranê ya Parzêgeha Azerbaycana Rojava got: 117 kes di encama erdheja îro ya li Xoy û Selmasê de birîndar bûne.
‘Emîr-Ebas Ceferî’, bal kişand ser dawîn rewşa erdheja 5.6 rîştêrî ya îro li derdora Xoyê û got: Hetanî niha 92 kes li bajarê Selmasê seredana Beşa Acîl kirine ku 75 kes ji wan hema ser piyan hatin dermankirin û vegeryan malên xwe û 117 kes jî hatin razandin.
Wî her wiha got ku li bajarê Xoyê jî 25 birîndar hene ku 7 ji wan tên dermankirin.
Ceferî got ku hinek ji mal û xanîberan jî ziyan dîtine ku tîmên me yên binyata mal û avaiyan bo navçeyên erdhejlêxistî hatine şandin ku asta ziyanê hilkolînin.
Îro erdheja 5.6 rîştêrî bajarê Xoyê yê Parêzgeha Azerbaycana Rojava hejand.