Adar 24, 2023 18:06 Asia/Tehran
  • Erdogan hevdîtina Kilîçdaroglû û HDP’yê  wek “hevdîtina ligel cûdaxwazan” bi nav kir

Serokkomarê Tirkiyê hevdîtina Kilîçdaroglû û HDP’yê wek “hevdîtina ligel cûdaxwazan” bi nav kir.

Serokkomarê Tirkiyê li herêma erdhejê beşdarî bernameya fitarê bû û ragihand ku dê operasyonên wan ên navxwe û derveyî sînorê Tirkiyê berdewam bin. Wî herwiha hevdîtina berbijêrê Hevpeymaniya Millet’ê Kemal Kiliçdaroglu bi HDP’yê re jî wek “hevdîtina ligel cûdaxwazan” bi nav kir.

Serokkomarê Tirkiyê Receb Teyyîb Erdogan’ roja Pêncşemê 23ê Adara 2023an serdana parêzgeha Mereşê kir ku navenda erdhejên 6ê Sibatê bû.

Erdogan di bernameya fitarê de axivî û ligel rewşa herêma erdhejê li ser mijarên di rojevê de jî peyama xwe da. Bi taybet bêyî ku nav bide rexne li hevdîtina Kiliçdaroglu û HDP’yê girt û ew wek metirsiya cûdaxwaziyê nirxand.

 

Serepeyv