Adar 17, 2023 18:14 Asia/Tehran
  • Hejmara gorîyên lehîyê li Tirkîyê jorda çû

Hejmara gorîyên lehîya vê dawîyê li deverên erdhejlêketî yên Tirkîyê rabû 17 kesan.

Piştî rabûna lehîyê li 2 parêzgehên Şanli Ûrfa û Adiyamanê wek 2 parêzgehên erdhejlêketî, komên hawargiheştin û Rizgarkirinê duh êvarê meytê 3 kesan ji bin lêmişt û herîyê derxistin û bi vî awayî hejmara gorîyên vê karesatê rabû 17 kesan.

Pirranîya 17 kesên gorî ji parêzgeha Şanli Ûrfayê ne.

Li parêzgeha Adiyamanê jî ku kantînêrek ji bo mayînê dabûn malbateke mexdûra erdhejê, di bin avê da ma û 2 kes di encamê da xeniqîn.

Roja Çarşemê bi dû baranên guj, li kolanên Adiyaman û Şanli Ûrfayê lehî rabû û her tiştê ser rê da ber xwe ji wan gellek maşîn, mal û çadir û xêvetên mexdûrên erdhejê.

Ji hêla din va, erdhejeke bi giranîya 4.8 Rîşterî jî şarê Bolu li bakur-rojhilatê vî welatî hejand.

Serokkomarê Tirkîyê Receb Teyyîb Erdogan jî ragihand ku hejmara gorîyên erdhejên di 6ê Sibatê da rabûye 49 hezar kesî.

 

 

Serepeyv