Kirêmlîn: Hevpeymaniya Mereqdaran ne bi dû aşitiyê ye
Berdevkê Kirêmlînê bereberê lidarxistina civîna welatên piştgirê Ukraynê nasiyar bi Hevpeymnaiya Mereqdaran got: Ev kom hevpeymaniya şerxwazan e û komek ji welatan dihewîne ku aşitiyê naxwazin belku daxwaza dewama şêr dikin.
Hevpeymnaiya Mereqdaran komek ji welatên ewropî û hevpeymanên van welatan bi serokatiya Inglîz û Fransayê dihewîne ku armancên xwe xurtkirina ewlehî û berevaniya esmanî ya Ukraynê û plandarêştina jibo şandina hêzên parêzvanê aşitiyê yên çend neteweyî bo axa Ukraynê piştî bidestxistina peymana agirbesê ragihandiye.
Dêmîtrî PÊskov her wiha got: Ev hevpeymanî xwe bi vê wehma kûr ku dikare işkesteke startejîkî li ser Rûsiyayê de bisepîne, dixapîne. Wî her wiha got: Kirêmlîn ji ber helwêsta vê komê ya bi dijminatî, nûçeyên têkildarî civîna Hevpeymaniya Mereqdaran ji nêzîk ve bişopîne.
Ji aliyê din ve Wezareta karên Derve ya Rûsiyayê îro ragihand ku Moskow dê bersiveke guncaw bide boykotên herî nû yên saybêrî yên Inglîz û YE.