Adar 16, 2023 18:23 Asia/Tehran
  •  Ihtimala razîbûna Tirkîyê ser endametîya Finlandê di NATO’yê da

Serokkomarê Finlandê got ku di hevdîtina îro ya digel hevpîşeyê xwe yê tirkîyeyî da çavlirê ye ku bersiveke erênî derheq endametîya wî welatî di Hevalbendîya NATO’yê da wergire.

Biryar e ku Serokkomarê Finlandê “Sauli Niinistö” îro bigihîje Tirkîyê û bi Serokkomarê vî welatî Receb Teyyîb Erdogan ra hevdîtinê pêk bîne û ji nêzîk va nêrîna wî derheq endametîya Finlandê di NATO’yê da bibihîze.

Dibê qey biryar bû seredana Serokkomarê Finlandê ya Tirkîyê berî nika pêk bihata, lê ji ber erdhejên giran ên di 6ê Sibatê da li Tirkîyê, paşda ket.

Erdogan duh di bersiva vê pirsê da ku gelo yê derheq endametîya Finlandê di NATO’yê da lampa kesk nîşan bide yan na? got: Bi hezkirina Xwedê xêr e.

Di vî halî da belavoka “Stern” a almanî duh ji zarê medyayên finlandî ragihand ku Tikrîye ber razîbûna derheq daxwaza Finlandê ya endametîya di NATO’yê da ye.

Nika 30 welat endamê NATO’yê ne û wergirtina endam an endamên nû maye ser hevdengîya hemî endamên wê. Amerîka û welatên rojavayî piştgirîyê didin endametîya Finland û Swêdê di NATO’yê da.

Enqere jî dibêje, bi mercê ku himberî komên ku Tirkîye wan terorîst bi nav dike rawestin û bi dehan endamên wan koman radest bikin, dê ser endametîya Swêd û Finlandê di NATO’yê da razî be.

 

Serepeyv