Adar 14, 2023 19:27 Asia/Tehran
  • Erdhejeke nû li parêzgeha Qehreman Maraşa Tirkiyê qewimî

Erdhejeke bi hêza 4.7 Rîşteran careke din navçeyên erdhejlêqewimî yên Tirkiyê hejandin.

Li gorî rapora IRIB News’ê, Rêxistina AFAD’ê ya Tirkiyê ragihand, erdhejeke bi hêza 4.7 Rîşteran saet di 09:47 da li gorî dema xwecî navçeya Goksonê ya ser bi parêzgeha Qehreman Maraşê hejand.

Li gorî vê raporê, di pey vê erdhejê da çend avahiyên ziyandîtî ji erdheja 6ê Sibatê li navçeya Goksonê hilweşiyan û welatîyên tirsiyayî derketin nav kolanan.

Ji ber erdheja 6ê Sibatê li Tirkiyê heta niha nêzikî 50 hezar kesî canê xwe ji dest daye û bi sedan hezar mal û avahî li 11 parêzgehên Tirkiyê tûşî ziyanê bûne an jî bi tamî wêran bûne.

 

Serepeyv