Adar 06, 2023 18:19 Asia/Tehran
  •  Rayedarên MHP’yê: Akşener îflasbûyeke siyasî ye

Endamên pilebilind ên Partiya Hereketa Neteweyî ya Tirkiyê (MHP) ragihandin ku ev partiya nikare vegeryana “Meral Akşener“ Seroka Îyî partiyê nav MHP’yê û Hevalbendiya Cimhûr’ê qebûl bike.

Di halekî de ku bertekên li himber veqetiyana Meral Akşner, Seroka Îyî Partiyê ji hevalbendiya Milet’ê wek Opozîsyona Tirkiyê hema wisa didomin û hinek texmîn jî derbarê îmkana tevlîbûna wê û partiya wê nav Hevalbendiya Cumhûr’ê bi serokatiya “Erdogan” û “Dewlet Baxçelî” di rojevê de ne, rojnameya Cimhuriyet’ê îro derbarê vê yekê de nivîsî: “Di halekî de ku Mustefa Destîçî, Serokê Partiya Hevgirtina Mezin, BBP û yek ji partiyên biçûk ên şirîk di Hevalbendiya Cimhûr’ê di berteka li hemberî veqetiyana Akşenerê ragihand ku tevlêbûna Îyî Partiyê nav Hevalbendiya Cimhûr’ê wek şans û bextekê dibîne, Endamên Pilebilind ên MHP’yê, endamê din ên sereke yê hevalbendiya serdest, ragihandin ku deriyên vê partiyê ser Akşenerê de girtî ne.”

 Endamekî pilebilind ê MHP’yê bal kişand ser rola Akşenerê di damezrandina AKP’yê û got ku Akşenerê pêştir jî hewil daye ku tev li partiyên din jî bibe û niha jî weke îflasbûyiyeke siyasî ye. Wê kesên ku dengê xwe dane partiya wê, xapandine û pêbaweriya wan li xwe ji dest daye.

 

Serepeyv