Adar 04, 2023 18:21 Asia/Tehran
  • Zêde ji 3 milyon dengderî ji deverên erdhejlêketî yên Tirkîyê koç kirin

3.5 milyon kes ji welatîyên dikarin dengê xwe bidin, neçar mane ji deverên erdhejlêketî yên Tirkîyê koç bikin.

Çavkanîyên nûçeyan li Tirkîyê ragihandin ku encama hilkolandinên li deverên erdhejlêketî yên vî welatî ray dide ku 3.5 welatîyên ku dikarîn di hilbijartinan da pişkdar bibin, piştî erdhejên vê dawîyê koçî şarên din kirine.

Li gorî agahîyên ku Komsyona Hilbijartinan a AKP-MHP’yê belav kirine, nêzî 3.5 milyon kes ji dengderan ji deverên erdhejêlketî koçî deverên din kirine. Hejmara herî zêde ya koçkirîyan di nav 10 parêzgehan da jî ji Hatay û Adiyamanê bûye.

Li Tirkîyê her kesekî divê navnîşaneke misoger hebe. Di dema hilbijartinan da her kesek tenê dikare li herêm û navnîşana xwe beşdar bibe. Lewma kesên ku deverî herêma xwe ya niştecîbûnê bin, mafê dengdanê tinene.

 

 

Serepeyv