Çile 23, 2023 08:43 Asia/Tehran
  • Operasyona nû ya Tirkiyê li Diyarbekirê bi behaneya serkutkirina PKK'yê

Wezareta Karên Hundir a Tirkiyê ragihand ku operasyona nû ya artêş û hêzên candirme yên vî welatî bi behaneya serkutkirina PKK'yê li parêzgeha Diyarbekirê li başûrê rojhilatê vî welatî dest pê bûye.

Wezareta Karên Hundir a Tirkiyê bi daxuyaniyekê ragihand: Operasyona bi navê "Eren" li Diyarbekirê û bi beşdariya 645 hêzên ewlekarî, polîs û hêzên sînorvaniyê yên Tirkiyê dest pê bûye.

Wezareta Karên Hundir a Tirkiyê îdia kir ku di roja yekem a vê operasyonê da li derdora şaristana Liceyê ya parêzgeha Diyarbekirê da 144 Kîlogram madeyên hişber û çend topên hawanê li cihekî xweveşartinê yê PKK'yê hatiye bidestxistin.

Tirkiye îdia dike ku Operasyona Eren'ê ji bo jinavbirina tam a terorîsmê li axa vî welatî pêk tê.

Dewleta Tirkiyê berdewam bi behanyea serkutkirina PKK'yê êrîşî ser navçeyên kurnişîn ên vî welatî dike û li derveyî axa xwe jî bi vê behaneyê hin navçeyên berfireh ji axa Iraq û Sûriyê dagir kirine.

Artêşa Tirkiyê ji 20ê Mijdara 2022an da êrîşên xwe yên asimanî û topbarana navçeyên bakurê Sûriyê gurrtir kirine.

Serepeyv