Gazprom'ê tekezî li ser damezirandina navenda veguhestina gazê li Tirkiyê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i338496-gazprom'ê_tekezî_li_ser_damezirandina_navenda_veguhestina_gazê_li_tirkiyê_kir
Serokê kompaniya Gazprom’ê ya Rûsiyê li ser girîngiya navenda veguhestina gazê ku biryar e li Tirkiyê were damezirandin, tekez kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 29, 2022 16:00 Asia/Tehran
  • Gazprom'ê tekezî li ser damezirandina navenda veguhestina gazê li Tirkiyê kir

Serokê kompaniya Gazprom’ê ya Rûsiyê li ser girîngiya navenda veguhestina gazê ku biryar e li Tirkiyê were damezirandin, tekez kir.

Alêksî Mîlêr bal kişand ser hevhatina di navbera Receb Teyîb Erdogan, serokkomarê Tirkiyê û Vladimîr Pûtîn, serokkomarê Rûsiyê da li ser damezirandina navenda veguhestina gaza Rûsiyê li Tirkiyê û got: Ev navenda wê îmkana şefafiyet û kifşkirina edlane ya bihayê li bazara cîhanî pêk bîne.

Serokê Gazprom’ê bi tekeziya li ser vê yekê ku çalakiyên xetên boriya veguhestina gazê yên ‘TurkStream’ û ‘NordStream’ bi dilniyayî berdewam in got: Asta berhemanîna gaza kompaniya Gazprom’ê di sala 2022’an de wê bigihîje 412 mîlyar û 600 miliyon metre-kûpî.