Mijdar 19, 2022 12:20 Asia/Tehran
  • Demîrtaş qala birina xwe bo Amedê û hegera vî karî kir

Selahedîn Demîrtaş, hevSerokê HDP’yê yê berê got ku AKP dê bêyî dengê kurdan di hilbijartinan de ser nekeve, lewma hinek liv û tevger normal in.

 Li gorî rapora Rojnamaeya Karar’ê, Selahedîn Demîrtaş her wiha got: Wan çend rojana jî, ew bona ku bala kurdan bikşînin, ez ji zindana Edirneyê li vî alîyê Tirkiyê bi balefirê birim nexweşxaneya Amedê ku seredana bavê xwe yê nexweş bikim, lê ev kar bêfeyde ne.

 Ger min bi fezagerr û şatêlê bibin Mêrîxê jî, rewş dê neguhere. Heta dema ku bêedaletî û bêqanûnî bên domandin, kurd dê dengê xwe nedin AKP’yê.

 Demirtaş ragihandiye ku ji bo guhestina wî ji Edirneyê li nêzîkî Stembolê heta Amedê çendîn balefir û 50 erebeyên parastinê hatine bikaranîn ku bala raya giştî bikşînin.

 

Serepeyv