Li Miksa Wanê dema ‘Sêvên Çalê’ ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i337606-li_miksa_wanê_dema_sêvên_Çalê’_ye
Li navçeya Miksê bi navê “Sêvên Çalê” sêv tên binaxkirên û ji bo ku di mehên biharê de bên xwarin, di bin axê de hatin veşartin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 10, 2022 08:52 Asia/Tehran
  • Li Miksa Wanê dema ‘Sêvên Çalê’ ye

Li navçeya Miksê bi navê “Sêvên Çalê” sêv tên binaxkirên û ji bo ku di mehên biharê de bên xwarin, di bin axê de hatin veşartin.

Li Miksê sêvên sor ên di baxçeyan de tên komkirin bi navê "Sêvên Çalê" ji bo ku di mehên biharê de bên xwarin, di binê axê de hatin veşartin. Ji bo sêvên sor çaleke ku kurahî û firehiya wê ji mîtroyekê pêk tê, tê kolandin û sêv tê de tên veşartin. Sêvên tên veşartin di mehên biharê de têne derxistin. Bi binaxkirina sêvan, sêv ji xerabûnê tên parastin, teze dimînin û mîna ku teze ne tên xwarin.