Mijdar 03, 2022 08:58 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê bi milyonan mamoste bo rojekê dev ji kar berdan

Li Tirkiyê bi pêşengiya damûdezgehên perwerdehiyê bi hezaran mamosteyan ji bo ku şert û mercên wan yên aborî bên başkirin û bi qanûnan rastî cudageriyê neyên, bo rojekê dev ji kar berdan û çalakî li dar xistin. Mamoste dibêjin eger şert û mercên wan neyên başkirin dê çalakiyên mezintir bikin.

Di parlemana Tirkiyê de di meha Sibata 2022an de Yasaya Pîşeyî ya Mamosteyan hate qebûlkirin. Li gorî wê qanûnê her mamosteyên ku 10 salên xwe temam kiribe dê bikeve ezmûnekê û eger ezmûnê derbas bike dê mûçeyê wan bê zêdekirin û statûya wan dê bê bilindkirin. Bi vê qanûnê mamoste di 3ê mehên betlaneyê de jî neçarî dikevin proseya perwerdehiyê û di 19ê Mijdarê de jî yekem ezmûna vê yasayê tê lidarxistin.

Lê belê ji bo ku ev ezmûn û qanûna heyî bê betalkirin li seranserê Tirkiyê bi pêşengiya bi dehan komeleyên perwerdehiyê û partiyên siyasî bi milyonan mamosteyan ji bo rojekê dev ji kar berdan. Mamosteyên ku neçûne dibistanan li qadan bang li hkûmetê kirin ku daxwazên wan bêne cîbicîkirin.

Seroka Komeleya EGITIM –SENê Prof. Dr. Nacla Kurul ji K24ê re diyar kir: “Ev çalakiya me di heman demê de hişyariyek e ji bo hikûmetê. Eger ev yasaya heyî û ezmûn neyê betalkirin em ê dest bi grevên mezintir bikin. Bi qanûna heyî mamoste tên bêqedirkirin û mûçeyê ku mamoste bikaribe pê debara xwe bike nayê dayîn. Bi vê yasayê cudagerî dikeva navbera mamosteyan. Em dibêjin bila ev yasaya pîşeyî ya mamosteyan demildest bê betalkirin.

Li qada çalakiyê yek jî daxwaza sereke vekirina kadroyan bo mamosteyên Kurdî bû.

Parlamenterên HDPê yên ku ji bo pêştevaniyê li qadê bûn jî dan zanîn ku deshilata heyî ne ji bo zimanê Kurdî ne jî bo mamosteyê Kurdî tu plansazî nîne.

Parlamenterê HDPê Mehmet Rustu Tîryakî diyar kir: “Ne zimanê Kurdî ne jî mamosteyên Kurdî di rojeva parlementoyê de di rojeva AKPê de nîne. Salê 20 hezar mamoste tên girtin lê ji wan 20 hezar mamosteyan hinek sal hene mamosteyekî zimanê Kurdî nayê girtin. Bi milyonan zarokên Kurd hene lazime bi zimanê dayîkê perwerde bibine lê belê hikûmet û AKPê vê yekê qebûl nake.”

Serepeyv