Cotmeh 23, 2022 17:56 Asia/Tehran
  • Erdogan: Girtîgeha Diyarbekirê radestî Wezareta Çand û Turîzmê hat kirin

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ku ji bo propagandeya xwe ya hilbijartinê û kişandina dengên kurdan ser qazanca partiya xwe çûye Diyarbekirê di merasîma vekirina komî de axivî û ragihand, Girtîgeha Diyarbekirê radestî Wezareta Çand û Turîzmê hat kirin.

Recep Tayyip Erdogan bi behaneya beşdariya merasîma vekirina komî ya Rêya Dorberê ya Diyarbekirê, 1525 xanî, mizgeftek û 17 kargehên TOKÎyê û projeyên temamkirî yên din serdana Diyarbekirê kir.

Erdogan li Meydana Îstasyonê ya Amedê gotarek pêşkeş kir. Erdogan di destpêkê de çend pankartên di qada mîtîngê de hatibûn rakirin xwendin .

Di rewşa ku gelê navçê derbarê siyaset û kiryarên hikûmeta AKP-MHPê ya li dijî kurdan de agahdarin, serokomarê Tirkiyê got: “Rengê Diyarbekirê ne zilm, zext û êş e, lê rengê vekirina kargehan e. Em bi hemû gelê xwe re ji dil û can ji Diyarbekirê hez dikin. Diyarbekir bajarê şaristaniya me ye. Rengê Diyarbekirê îstismara PKKê yan jî jirêderketina HDPyê nîne. Îro tiştê ku em bi hev re nîşan didin biratî, hezkirin û yekîtî ye.”

Erdogan bêyî ku nav bide derbarê nasnemaya Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demîrtaş û hevserokê niha Mithat Sancar de îdia kir: “Kesê ku niha di Girtîgeha Edîrneyê de ye gelo têkiliya wî bi Kurdbûnê re heye? Na. Lê ew birayên min ên kurd îstîsmar dike. Herwiha hevserokê partiya wan ê niha jî ne Kurd e, lê Kurdan îstîsmar dike.”

Erdogan herwiha diyar kir ku Girtîgeha Diyarbekirê bi temamî hate valakirin û ew ê bibe mûzexane û got: “Wezareta Dadê girtîgehê bi temamî vala kiriye. Wezareta Dadê îro girtîgehê radestî Wezareta Çand û Turîzmê kir. Ev avahiya ku dê tê de mûzexane, pirtûkxane û gelek beşên çand û hunerê hebin ji niha de li ser xêrê be. Girtîgeha Diyarbekirê ya ku di rabirdûyê de bibû mijara zilm û bîranînên xirab dê him di qada bîr û him jî qadên cuda de wek mekanekê xizmetê bide.”

Erdogan destnîşan kir ku aramî û ewlehiya Diyarbekirê ji bo wan bes e û got: “Tenê li Diyarbekirê aramî têrê nake. Divê li Iraq û Sûriye jî aramî pêk were. Em ji bo welatê me bibe girava aramiyê dixebitin. Rêxistinên terorê û zorbeyên emperyalîst ku hevsarê rêxistinên terorê di destê wan de ye dê nikaribin rê li ber me bigirin."

Serepeyv