Wezîrê karên derve yê Tirkiyê dê biçe Japonê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i336712-wezîrê_karên_derve_yê_tirkiyê_dê_biçe_japonê
Wezîrê karên derve yê Tirkiyê bi mebesta beşdariya di rêûrisma oxirkirina meytê Şênzo Abê dê serdana Japonê bike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 26, 2022 08:31 Asia/Tehran
  • Wezîrê karên derve yê Tirkiyê dê biçe Japonê

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê bi mebesta beşdariya di rêûrisma oxirkirina meytê Şênzo Abê dê serdana Japonê bike.

Rêûrisma fermî ya oxirkirina meytê Şênzo Abê roja Sêşemiyê, 27ê Îlona 2022an dê were lidarxistin û nêzikî şeş hezar mêvan û zêdetirî 190 taximên derveyî ku pêşbînî tê kirin 50 kes ji wan serokên dewletan bin, dê beşdarî vê rêûrismê bibin.

Li gorî rapora Kanala TRT'ya Tirkiyê, dibe ku Mewlûd Çawûşoxlû, Wezîrê karên derve yê Tirkiyê di serdana xwe ya Tokyoyê digel Hayaşî Yûşîmasa wezîrê derve yê Japonê bicive.

Şênzo Abê sibea roja Înê, 8ê Tîrmehê li bajarê Narayê yê rojavayê Japonê di dema axaftina di rikeberiya hilbijartinê da kete ber guleyê û saetek piştra li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Biryara dewletê ji bo lidarxistina rêûrisma fermî ya binaxkirina Şênzo Abê, bûye sebeba dijayetiya digel Partiya Lîberal Demokrat.