Îlon 23, 2022 11:18 Asia/Tehran
  • Banka Navendî ya Tirkiyê kêmkirina nirxa fayîzê didomîne

Banka Navendî ya Tirkiyê bi kêmkirina nirxa fayîzê careke din bazar şoke kirin, ev di halekî da ye ku rêjeya enflasiyonê li vî welatî nêzikî sedî 100 e.

Banka Navendî ya Tirkiyê ji payîza sala par va nirxa fayîzê bi kêmkirina 500 xalên bingeh, gihande sedî 14 û di dewama vê siyasetê da rêjeya enflasiyonê li vî welatî rekora 24 salên derbasbûyî şikand û gihîşte sedî 74.

Taxima Rêveber a Banka Navendî ya Tirkiyê di pênc civînên xwe êyn îsal hema wisa siyaseta neguherandina nirxa fayîzê şopandiye û soza kêmkirina rêjeya enflasiyonê bi kiryarên din ên bingehîn daye.

Erdoxan nirxa fayîzê wek dayîka hemî zirarên aborî dizane û bi caran berovajiya hişyariyên karzanên aborî derbarê zêdekirina nirxa fayîzê di rewşa zêdebûna enflasiyonê da, li ser kêmkirina vê nirxê tekez kiriye.

Nîgeraniyê derbarê vêya ku kêmkirina nirxa fayîzê dê rêjeya enflasiyonê zêde bike, bûn sebeb ku bihayê lîreyê roja Pêncşemiyê derdora sedî 0.22 dakeve û her dolareke amerîkî bigihêje 18.37 lîreyî.

Serepeyv