HDP: Di êrîşên Tirkiyê de ser deverên kurdên Sûriyê 8 zarokan canê xwe ji dest dane
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Şirnexê Huseyin Kaçmaz ragihand, di êrîşên Tirkiyê de yên bi dronan de ji destpêka Tebaxê ve heta niha 8 zarok li navçeyên kurdî yên Sûriyê canê xwe ji dest dane.
Huseyin Kaçmaz ku hevdem Berdevkê Komîsyona Zarokan a HDPê ye jî, îro Çarşembê 24ê Tebaxê li navenda HDPê civîneke çapemeniyê saz kir û amarên zarokên ku li deverên kurdî yên Sûriyê di êrîşên Tirkiyê de canê xwe ji dest dane yan birîndar bûne, belav kirin.
Berdevkê Komîsyona Zarokan a HDPê diyar kir, “Mixabin di êrîşên Tirkiyê de ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi balafirên bêfirokevan, ji serê meha Tebaxê ve heta îro gelek kesan canê xwe ji dest dane û bi dehan kes jî birîndar bûne. Di van êrîşan de 8 zarokan can dane û 24 zarok jî birîndar bûne.”
Kaçmaz herwiha dibêje, ev zarok di encama siyaseta AKP û MHPê de ku li ser dijminkariya Kurdan hatiye avakirin tên kuştin û heta hetayê seqet dimînin û dibin xwedî pêdiviyên taybet.
Kaçmaz herwiha got, “Desthilata AKP û MHPê piştî civîna li Tehranê ya meha Temûzê ku bi beşdariya Îran, Rûsya û Tirkiyê li dar ketibû û piştî civîna Soçiyê ya meha Tebaxê êrîşên xwe li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirine. Bi awayekî dijiminkarî qada tundûtûjiyê berfireh kir û êrîşên xwe berdewam kirin.
Parlamenterê HDPê yê Şirnexê destnîşan kir, “Desthilata AKPê siyaseta xwe ya derve li ser tundûtûjiyê ava kiriye û hebûna xwe di berdewamiya siyaseta şer de dibîne. Desthilateke ku di gelek bûyeran de tawanên şer dike û bêcudahî zarok, jin, ciwan û pîr û kal û her sivîlekê dike armanca êrişan.”
Kaçmaz daxwaz kir ku Tirkiye êrîşên xwe yên li dijî bakur û rojhilatê Sûriyê rawestîne.