Leşkerekî din ê Tirkiyê li bakurê Iraqê hat kuştin
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand ku li navçeya “Operasyona Pençe-Kilîd” a li Herêma Kurdistanê efserekê wan ji aliyê şervanên PKKê ve hatiye kuştin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê, duh 12ê Tebaxa 2022an li navçeya “Operasyona Pençe-Kilîd” li nav axa Herêma Kurdistanê efserekî wan ê bi pile yê bi navê Omer Bagra di encama, gullebarana şervanên PKKê hatiye kuştin.
Artêşa Tirkiyê roja 17ê Nîsana 2022an li navçeyên Zap, Avaşîn û Metîna yên di nav axa Herêma Kurdistanê de bi hinceta şerê dijî PKKê dest bi operasyona bi navê Pence-Kilîl kir û operasyon heta niha berdewam e.
Rojane di encama rûbrûbûnên wê operasyonê de çend leşkerên Tirk tên kuştin û birîndarkirin û çend şervanên PKKê jî canê xwe ji dest didin û birîndar dibin.
Operasyona “Pence-Kilîd”, navçeyên Metîna, Zap û Avaşîn-Basyanê yên di nav axa Herêma Kurdistanê de li xwe digire.
Di encama êrişên artêşa Tirkiyê li Herêma Kurdistanê de heya niha bi dehan sivîl ji xelkê herêmê hatine kuştin û birîndar bûne û gelek zirarê maddî jî li xelkê herêmê ketine û hezaran kes ji xelkê herêmê jî neçar mane gundên xwe biterkînin û koçber bibin.