Rêjeya bêkariyê li Tirkiyeyê hatin eşkerekirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i335814-rêjeya_bêkariyê_li_tirkiyeyê_hatin_eşkerekirin
Li Tirkiyeyê rêjeya bêkariyê di hezîranê da li gor meha beriyê 0,3 puan kêm bû û wekî ji sedî 10,3 pêk hat. Di vê heyamê da jimara bêkaran bû 3 milyon û 541 hezar kesan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 12, 2022 05:00 Asia/Tehran
  • Rêjeya bêkariyê li Tirkiyeyê hatin eşkerekirin

Li Tirkiyeyê rêjeya bêkariyê di hezîranê da li gor meha beriyê 0,3 puan kêm bû û wekî ji sedî 10,3 pêk hat. Di vê heyamê da jimara bêkaran bû 3 milyon û 541 hezar kesan.

Li gorî nûçeya ajansa dewletê ta Anatoliyê, Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) îstatîstîkên hêza kar a meha hezîranê eşkere kir.

Li gor vê li hemû Tirkiyeyê hejmara bêkarên ku emrê wan 15 û jortir in, di hezîranê da li gor gulanê 136 hezar kes kêm bû û bû 3 milyon û 541 hezar kesan. Rêjeya bêkariyê 0,3 puan kêm bû û ji sedî 10,3 pêk hat. Rêjeya bêkariyê li gor heman meha par jî 0,6 puan kêm bû.

Di meha navborî da rêjeya bêkariya ciwanên navbera 15-24 salî li gor meha pêşiyê neguherî û bû ji sedî 20,4.