Tebax 06, 2022 15:09 Asia/Tehran
  • Leşkerekî Tirkiyê li Herêma Kurdistanê hat kuştin

Tirkiyê di berdewamiya operasyonên xwe yên li Herêma Kurdistana Iraqê de leşkerekî din ji dest da.

Li Zap-Avaşînê ya Herêma Kurdistanê li devera “Operasyona Pence-Kilîdê” leşkerekî din ê Tirkiyê hat kuştin.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku li herêma “Operasyona Pence-Kilîdê” di encama şer û pevçûnên li dijî PKKê de  leşkerekî wan hatiye kuştin.

Li gor Wezareta Berevaniya Tirkiyê çawîşê pispor ê bi navê Reşat Ergin hatiye kuştin.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Berevaniya Tirkiyê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku di encama êrişa li binkeheke ya li herêma operasyonê de Ergin birîndar bûye û rakirin nexweşxanê û li nexweşxanê miriye.

Serepeyv