Xercên zanîngehan li Tirkiyê %36 hatin zêdekirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i335511-xercên_zanîngehan_li_tirkiyê_36_hatin_zêdekirin
Bi biryara Serokkomarê Tirkiye Recep Tayîp Erdogan xercên zanîngehan li Tirkiyê bi rêjeya ji sedî 36 hatin zêdekirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 28, 2022 04:32 Asia/Tehran
  • Xercên zanîngehan li Tirkiyê %36 hatin zêdekirin

Bi biryara Serokkomarê Tirkiye Recep Tayîp Erdogan xercên zanîngehan li Tirkiyê bi rêjeya ji sedî 36 hatin zêdekirin.

Li gor biryareke ku bi îmzeya Serokkomarê Tirkiye Recep Tayîp Erdogan di Rojnameya Fermî de belavbûye xerca zanîngehan ku xwendekarên zanîngehan bo xwendina xwe didan li Tirkiyê bi rêjeya  ji sedî 36 hat zêdekirin.

Bi zêdekirina nû xerca beşek ji fakulteyên weke fakulteyên pizîşkî ji 706 lîreyên Tirkî bo 961 lîreyên Tirkî, xerca fakulteyên hiqûqê ji 374 lîreyan bo 509 lîreyan û xercên fakulteyên dermansazî û pizîşkiya didanan jî ji 590 lîreyên Tirkî bo 804 lîreyên Tirkî hate bihakirin.

Xwendekarên zanîgehên ku li bernameyên roj wate xwendina yekem yên zanîngehên Tirkiyê de dixwînin ji sala 2012ê ve bo xwendina xwe  xercê nadin zanîngehan, lê xwendekarên ku bi şev dixwînin hêj jî bo her werzekê xwendinê xercê didin zanîngehan û dê ji niha şûnde li gor nirxên nû xercê bidin zanîngehan ku ev jî  bargiraniyek din li ser milê wan zêde dike.