Tîrmeh 17, 2022 12:57 Asia/Tehran
  • Enqerê bertekeke tund nîşanî biryara Brîtanyayê ya guhestina koçberan bo Tirkiyê da

Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyê, şemiyê şevê wek berteka li hember weşandina hin nûçeyan derheq vê yekê de ku Lîz Tiras, Wezîra Derve ya Brîtanyayê, dixweze rêkevtinameyeke wek rêkevtinama guhestina penaberan bo Ruwandayê bi Tirkiyê re jî wajo bike, diyar kir ku em ê bo ti welatekî nebin kampa penaberan an sînorvanê ti welatekî.

 Tanjo Bîlgîç derbarê vê yekê de got ku welatê wî dê qet berpirsiyariyên welatên din derheq penaberan da nede stûyê xwe. 

 Wî nûçeyên hatine weşandinê derbarê vê yekê ku ``ger Tiras wek serokwezîr were bijartinê, dê daxwaza wajokirina hevhatinameyekê bi Enqerê re bona guhestina koçberên neqanûnî bo Tirkiyê bike`` got: Em hêvî dikin îdiayên medyayên Brîtanyaya pûç û bêbingeh bibin. 

Bîlgîç diyar kir: Tirkiye ku zêde ji heşt salan e mazûvanê hejmara herî zêde ya penaberan li cîhanê bûye, nikare ser daxwaza welatên din, barekî zêdetir ji viya bide ser milê xwe. 

Wî her wiha got: Enqere her wiha nikare stratejiyekê bigre ber xwe ku li dijî rêzikên navneteweyî yên derbarê mafê penaberan da bibe. 

Lîz Tiras, Wezîra Derve ya  Brîtanyayê, dil heye plana  bi hellahella û dijî rêzikên koçberiyê ya guhestina hin penaberan bo welatê efrîqî yê Ruwandayê li Tirkiyê jî cih bîne. 

Rojnama Times çapa Londonê roja şemiyê nivîsî ku Tirasê bi awayekî nepenî ji parlemateran re gotiye ku hez dike peymana ku bi Ruwandayê re girêdaye, li Tirkiyê jî cih bîne. 

Li gor reşnivîsa liyêkgiheştinama di navbera her du welatan da, Ruwanda berpirsiyar e ku penaberan ji Brîtanyayê werbigre. Eva bernamyeke 5 salî ye ku her du alî dikarin dema wê dirêj bikin. Li gor vê hevhtainamê, London dikare hemî kesên ku  ji 1 Çileyê va, yanê destpêka sala zayînî va, bi awayekî neqanûnî derbasî vî welatî bûne, bişîne Ruwandayê.

Serepeyv