Erdoxan tekezî li ser serkeftina di hilbijartina 2023an da kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i335074-erdoxan_tekezî_li_ser_serkeftina_di_hilbijartina_2023an_da_kir
Serokomarê Tirkiyê baştirbûna rewşa welêt girêdayî bi serkeftina hevpeymaniya partiya serdest di hilbijartina sala 2023an da kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 07, 2022 05:18 Asia/Tehran
  • Erdoxan tekezî li ser serkeftina di hilbijartina 2023an da kir

Serokomarê Tirkiyê baştirbûna rewşa welêt girêdayî bi serkeftina hevpeymaniya partiya serdest di hilbijartina sala 2023an da kir.

Li gorî nûçeya Ajansa Anatoliyê, Receb Teyib Erdoxan serokomarê Tirkiyê roja Çarşemiyê di koma partiya xwe da got: Avakirina Tirkiyeya mezin û bihêz girêdayî bi serkeftina Hevpeymaniya Cumhurê di hilbijartina serokomartiyê ya sala 2023an da ye.

Erdoxan di dewamê da danîna navê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û koma girêdayî bi Fethullah Gulen (kesayetiyê nasyar ê dijberê Erdoxan) nasyar bi FETOyê di lîsteya NATOyê da wek destkefteke girîng a dewletê da zanîn.

Li gorî encamên rapirsîna herî dawî ya pêkhatî ji aliyê Enistîtûya ORC'yê derbarê encamên hilbijartina gelemperî ya sala 2023an, tenê sedî 36.6ê gelê Tirkiyê hêviya xwe li serkeftina hevpeymaniya serdest a bi navê Hevpeymaniya Cumhurê ku ji aliyê Dewlet Baxçelî rêberê partiya rast a zêdegav û tundrê ya Hereketa Neteweyî û Receb Teyib Erdoxan rêberê AKP'yê pêk hatiye, hene.