Emîr-Ebdullahiyan bi Erdogan re civiya
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i334901-emîr_ebdullahiyan_bi_erdogan_re_civiya
Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Husên ٍEmîr-Ebdullahiyan li Enqerê bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtin pêk anî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 28, 2022 07:13 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan bi Erdogan re civiya

Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Husên ٍEmîr-Ebdullahiyan li Enqerê bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtin pêk anî.

Li gorî rapora IRNA`yê, Husên Emîr-Ebdullahiyan roja duşemê li ser vexwendina wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlût Çavûşoglu çû Enqerê paytexta vî welatî.

Wezîrê Derve yê Îranê û wezîrê derve yê Tirkiyê berî vê hevdîtina bi Erdogan re bi hev re civiyan û piştre her du wezîr beşdarî civîneke çapemeniyê bûn.

Wezîrên karên derve yên Îran û Tirkiyê li vê civîna çapemeniyê li bara mijarên girîng ên peywendiyên dualî û hevkariyên her du welatan li warên navçeyî û navneteweyî nêrînên xwe şirove kirin.

Emîr-Ebdullahiyan biryar e piştî serdana xwe ya Enqerê, ji bo beşdarbûna di rûniştina Wezîrên Derve yên Lûtkeya Xezerê de biçe Turkmenistanê.