Li Tirkiyê bihayê gazê %30 heya %40 hat zêdekirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i334325-li_tirkiyê_bihayê_gazê_30_heya_40_hat_zêdekirin
Li Tirkiyê bihayê gaza ji bo malan tê bikaranîn %30 û bihayê gaza di pîşesaziyê de tê bikar anîn %40 hat zêdekirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 01, 2022 13:08 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê bihayê gazê %30 heya %40 hat zêdekirin

Li Tirkiyê bihayê gaza ji bo malan tê bikaranîn %30 û bihayê gaza di pîşesaziyê de tê bikar anîn %40 hat zêdekirin.

Saziya gazê BOTAŞê, bihayên meha Hezîranê yên gaza ji bo mal, pîşesazî û berhemanîna elektrîkê tê bikaranîn zêde kir.

Li gor bihayên nû hezar metresêca(kûp) gaza malan ji 2 hezar û 511 lîre derket 3 hezar û 264 lîreyan. Hezar metresêca gaza pîşesaziyê jî ji 9 hezar û 450 lîre bo 10 hezar û 416 lîreyan hat bilindkirin. Herwiha hezar metresêca gaza ji bo berhemanîna elektrîkê tê bikaranîn ji 10 hezar û 750 lîre derket 12 hezar û 500 lîreyan.

Li gor bihayên nû bihayê gaza ji bo malan tê bikaranîn %30, bihayê gaza di pîşesaziyê de tê bikar anîn %40 û bihayê gaza ji bo berhemanîna elektrîkê tê bikaranîn %17 hat zêdekirin.

Li Tirkiyê sala 2022ê bihayê gazê %100 zêdetir hat zêdekirin.

Herî dawî meha Nîsana 2022ê bihayê gaza malan %35, bihayê gaza di pîşesaziyê de tê bikar anîn %50 û bihayê gaza ji bo berhemanîna elektrîkê tê bikaranîn %44.30 hatibû zêdekirin.