Li Stenbolê dijî operasyonên Tirkiyê yên li Herêma Kurdistana Iraqê xwepêşandan hat kirin
Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê, dijî operasyonên artêşa Tirkiyê yên li Herêma Kurdistana Iraqê xwepêşandan hat kirin û nêzîkî 30 kes hatin desteserkirin.
Li gorî nûçeya Rûdawê, Roja Yekşemê 22ê Gulana 2022ê piştî nîvro rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad û Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) li beramber operasyonên artêşa Tirkiyê yên bi hinceta PKKê li navçeyên Zap, Avaşîn û Metîna li Herêma Kurdistana Iraqê û tecrîda ser Ocalan xwepêşandan kirin.
Xwepêşander li meydana Tunelê kom bûn û ber bi Cadeya Taksîmê ketin rê. Hevseroka DBPê Keskin Bayindir, Parlamenterê HDPê Sezai Temelli, Berdevkê HDKê Necdet Îpekyuz, dayîkên aştiyê, Hevserokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Bindestan Şahin Tumuklu û hejmareke zêde ya berpirsên HDPê di nav xwepêşanderan de bûn.
Di xwepêşandanê de sloganên “tecrîd tawanê dijî mirovatiyê ye,”, “Na bo şer, yekser aştî” û “Bimrê xiyanet” hatin bilindkirin. Di xwepêşandanê de Hevserokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Bindestan Şahin Tumuklu, Berdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan Cengîz Çîçek, Parêzer Weysî Eskî û hejmarek xwepêşander hatin desteserkirin.
Piştî xwepêşandanê tîmên polîsên Stenbolê baregahê Rêxistina HDPê dorpêç kirin û bi giştî li baregahê HDPê, Meydana Tunel, Meydana Galatasaray, Cadeya Omer Hayyam ên Stenbolê nêzîka 30 kes hatin desteserkirin.