TUIK: Enflasyona berhemanîna çandiniyê li Tirkiyê ji %105 zêde bûye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i334151-tuik_enflasyona_berhemanîna_çandiniyê_li_tirkiyê_ji_105_zêde_bûye
Li gor amarên Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) rêjeya enflasyona berhemanîna çandiniyê di Adara 2022ê de mehane %15 û salane jî %105 zêde bûye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 23, 2022 14:14 Asia/Tehran
  •  TUIK: Enflasyona berhemanîna çandiniyê li Tirkiyê ji %105 zêde bûye

Li gor amarên Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) rêjeya enflasyona berhemanîna çandiniyê di Adara 2022ê de mehane %15 û salane jî %105 zêde bûye.

Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) raporta xwe ya Endeksa Xerciya Çandiniyê ya dara 2022ê eşkere kir. Li gor raporta TUIKê enflasyona berhemanîna çandiniyê di meha Adarê de li gor meha Sibatê %15,16 û li gor meha Kanûna sala borî ji %47.98 û li gor heman meha sala borî jî %105.70 û bi zêdebûna %228ê xerciya gubre di rêza yekem de ye.

Li gor heman meha sala borî di Adara 2022ê de zêdebûna xerciyan:

Xerciyên veterîneriyê: %31.48

Tov û kelûpelên çandiniyê: %34.54

Kereste-Materyal: %35.80

Kereseteyên din û xizmet: %42.27

Xerciyên nûkirina makîneyan: %81.19

Dermanê çandiniyê: %88.26

Avahiyên Çewlikan: %103.95

Çandinî-GFE: %105,70

Êmê ajelan: %107.41

Xerciyên nûkirina avahiyan: %118.60

Enerjî û zeyt: %175.39

Gubre û dermanê bihêzkirina axê: %228.20