Kêmbûna rezervên biyanî yên Tirkiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i334104-kêmbûna_rezervên_biyanî_yên_tirkiyê
Di hefteyekê de rezervên diravî yên Tirkiyê 5 milyar dolar kêm bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 21, 2022 13:50 Asia/Tehran
  • Kêmbûna rezervên biyanî yên Tirkiyê

Di hefteyekê de rezervên diravî yên Tirkiyê 5 milyar dolar kêm bûn.

Krîza aborî ya Tirkiyê çend meh berê bi daketina nirxê lîreyê dest pê kir û bi zêdebûna enflasyon, bêkarî û feqîrtiyê jî dewam kir.

Li gorî Banka Navendî ya Tirkiyê, ji ber têkçûna siyaseta Enqerê ya ji bo piştgirîkirina Lîreya Tirkiyê di hefteya dawî ya pêş 13ê Gulanê de rezervên diravî yên vî welatî bi qasî 5 milyar dolarn kêm bûn.

Li gorî amarên (îstatîstîkên) Banka Navendî ya Tirkiyê roja înê 4,8 milyar dolar rezerva diravî kêm bûye.

Bi vî awayî rezerva diravî ya giştî ya Tirkiyê ku 61 milyar û 200 milyon dolar e, gihîşt asta herî kêm di 10 mehên borî de.