Qirrkirina bêrawestan a daristanan ji bo operasiyona leşkerî li Kurdistana Tirkiyê didome
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i333980-qirrkirina_bêrawestan_a_daristanan_ji_bo_operasiyona_leşkerî_li_kurdistana_tirkiyê_didome
Qirrkirin û jinavbirina daristanan wek beşeke operasiyona leşkerî ya artêşa Tirkiyê bi awayekî bêrawestan li navçeyên çiyayî yên Besta, Cûdî, Gabar û Nemazê li Şirnexê didome.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
May 16, 2022 04:42 Asia/Tehran
  • Qirrkirina bêrawestan a daristanan ji bo operasiyona leşkerî li Kurdistana Tirkiyê didome

Qirrkirin û jinavbirina daristanan wek beşeke operasiyona leşkerî ya artêşa Tirkiyê bi awayekî bêrawestan li navçeyên çiyayî yên Besta, Cûdî, Gabar û Nemazê li Şirnexê didome.

Hêzên leşkerî yên Tirkiyê bi bikaranîna hêzên parêzvan ên xwecihî bi awayekî bêrawestand darên daristanên Besta, Cûdî, Gabar û Nemazê li Şirnexê wek beşeke operasiyona leşkerî ya Tirkiyê li dijî hêzên kurd li Kurdistana Tirkiyê didomînin.

Li gorî rapora çavkaniyên xwecihî, her roj 300 ton dar li daristana Tîkerayê li Şirnexê tên birrîn. Darên ku tên birrîn bi traktorê bo navçeyeke nêzikî bajarê Sêgirkê tên guhestin û piştra ji aliyê endamên malbateke ser bi AKPyê li vê navçeyê tên firotin.