Hikmê mehkûmbûna rêbereke dijberên dewleta Tirkiyê hat erêkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i333932-hikmê_mehkûmbûna_rêbereke_dijberên_dewleta_tirkiyê_hat_erêkirin
Dîwana Bilind a Tirkiyê hikmê zîndaniya seroka CHPyê li Stenbolê piştrast kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 13, 2022 16:28 Asia/Tehran
  • Hikmê mehkûmbûna rêbereke dijberên dewleta Tirkiyê hat erêkirin

Dîwana Bilind a Tirkiyê hikmê zîndaniya seroka CHPyê li Stenbolê piştrast kir.

Canan Keftançî-oxlû rêberê Partiya Komarîxwaz a Gel (CHP) li Stenbolê ji ber dijayetiya tev siyasetên serokkomarê Tirkiyê û helwêstên wî yên piştevaniya ji PKKyê, ji aliyê partiya serdest va ketibû ber şopandinê. Ew ji ber weşandina hin peyaman li ser twitterê di navbera 2012 û 2017an da bi sûcê bêrêziya li serokkomar hat tawanbarkirin û hat şopandin.

Hikmê Canan Keftançî-oxlûyê roja Pêncşemiyê li Dîwana Bilind a Dadweriyê ya Tirkiyê hat piştrastkirin.

Kemal Qilîçdaroxlû serokê CHPyê piştî ragihandina nûçeya piştrastkirina hikmê darizandina Keftançî-oxlûyê, ji endamên vê partiyê xwest ku li ber avahiya CHPyê ya Stenbolê kom bibin.